Li Mûşê ji bo erdhej û karesatan robot hat çêkirin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên Lîseya Anadolu ya Saziya Rekabetê, robotek çêkirin

26.05.2022, Per - 10:13

Li Mûşê ji bo erdhej û karesatan robot hat çêkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên Lîseya Anadolu ya Saziya Rekabetê, robotek çêkirine ku di dema erdhej û karesatan de cihê kesên di bin kavilan de mane destnîşan dike û dîmenên wan vediguhêzîne.

Robota Rekabot Versiyon2 herwiha dema bêhna gazên jehrî werbigre, derbarê xeterê de hişyariyê dide.

Berpirsê Teknolojiya Zanistê ya Dibistanê, Şefi Murat Yetişir ji medyaya fermî ya Tirkiyê re ragihandiye, “Piştî xebateke du salan me robotê Rekabot Versiyon2 çêkir. Robot bê kablo dixebite û dîmen vediguhezîne. Kodên wê jî me bi xwe nivîsandin e. Kameraya wê jî dizivire û dikare bê rastkirin. Bi asanî dikeve wan cihan ku xetereya canî hebe û dîmenan veguhêzîne.”

Robot di encama xebata xwendekaran a du salan de hatiye qedandin û dê beşdarî pêşbaziya berhemên teknolojiyê TEKNOSEFTê bibe.

Rêveberê Dibistanê, Abbas Ataman jî dibêje, “Ev robot xwediyê wan taybetmendiyan e ku di dema karesat û rewşên awarte de tê bikaranîn. Yekemîn car ji aliyê dibistana me ve hat dizaynkirin. Hem ji bo TEKNOSEFTê û hem jî bo pêşbaziyên din ên di asta welêt de amade ye.”

Rekabot Versiyon2, xwedî taybetmendiyên girîng e. Dikare bikeve cihên herî teng û kavil, kameraya wê 360 pileyan dizîvire û li gor rewşê dikare heta 5 kîlometreyan dîmenan bikşîne û veguhêzîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 444 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x