NASA astronota jin a Kurd dişîne asmanan

NASAyê di çarçoveya projeya bi navê SpaceX Crew-7 de 4 astronot şandin Westgeha Fezayê ya Navneteweyî ku di nav wan de jineke Kurd a bi navê Yasmîn Muqbilî jî heye.

28.08.2023, Pts - 11:07

NASA astronota jin a Kurd dişîne asmanan
Nuçe Belav bike

Yasmîn û 3 astronotên din diçin Westgeha Fezayê ya Navneteweyî, 4 astronotên din ên ku demekê li wir mane vedigerin gozemînê.

Yasmîn û tîma wê ji heman welatî ne, ku cara yekem e tiştekî wiha di mîsyona NASAyê de diqewime.

Yasmîn derbarê vê erkê de xwe de li asmanan got: “Ez hîn jî dema ku ez şiyar dibim, nikarim bawer bikim ku ez bi rastî bûme geştîwan (astronot).”

Yasmîn Muqbilî di 24ê Hezîrana 1983an de di malbateke Kurd ji dayik bûye ku wê demê wek penaber li Almanyayê bûn.

Dê û bavê Yasmîn, Firîşte û Kamî xelkê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, piştî şoreşa gelên Îranê ya sala 1979an wek koçî Almanyayê kiribûn, piştre berê xwe dan Amerîkayê û li New Yorkê bicih bûn.

Yasmîn BS di Endezyariya Firokvaniyê û Teknolojiya Zanyariyê de ji Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT) wergirtiye.

Herwiha di sala 2005an de di Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de bû efser û perwerdeya firokvaniyê wergirtiye.

Yasmîn di 150 mîsyonên leşkerî yên Hêza Deryayî ya Amerîkî de beşdar bûye û paşê bawernameya masterê di endezyariya firokvaniyê de wergirtiye. Di sala 2017an de jî, ew wek endama Koma Astronot ya 22 ya NASA-yê hate destnîşankirin û du salan perwerde dît.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x