Amerîka ji êrişên Tirkiyê li dijî YPGê nîgeran e

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ew ji êrişên Tirkiyê yên li ser YPG û Rojavayê Kurdistanê nîgeran in.

01.11.2018, Per - 08:04

Amerîka ji êrişên Tirkiyê li dijî YPGê nîgeran e
Nuçe Belav bike

Ev çend roj in Tirkiyê dest bi lêdan û topbarana hinek deverên Rojavayê Kurdistanê kiriye bi hêceta hebûna çeperên YPGê. Di wan êrişan de çend şervanên YPGê şehîd û birîndar bûne.

Ji ber xatirê wan êrişan, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) operasyonên li dijî DAIŞê da sekinandin.

Li ser vê mijar û rewşê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robet Palladino ragihandiye, Amerîka ji êrişên yekalî yên Tirkiyê nîgeran e û gotiye, ya baş ew e ku Tirkiye bi Amerîka re di nav kordînasyonê de be.

Robert Palladino aniye ziman ku Tirkiye di demekî de êrişî wan deveran dike ku hêzên Amerîkî jî li wir in ji ber wê jî Amerîka gelekî nîgeran e.

Tê gotin ku li Sûriyê derdora 2 hezar serbazên Amerîka hene ku beşek mezin ji wan li Rojavayê Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x