Amerîka: Ji bo kontrolkirina Reqayê YPGê hêza herî bibandor e

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku ji bo kontrolkirina bajarê Reqayê, welatê wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, weke hêza herî giring dibine û wan rûbereke mezin a axa Sûriyê ji DAIŞê stendine.

23.06.2017, Cum - 12:16

Amerîka: Ji bo kontrolkirina Reqayê YPGê hêza herî bibandor e
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li Washingtona paytext civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên Berpirsê Nivîsîngeha Rûsawê li Washingtonê Namo Ebdullah.

Li ser pirsa balyozê berî yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford derbarê polîtîkayên Amerîkayê ya Sûriyê de daxuyaniyên giring dane. Ford dibêje Esed serkeftiyê şerê Sûriyê dibe, Amerîka jî hevkarên xwe piştguh dike. Bi taybetî jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Gelo hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Heather Nauert: Agahiyên min ji daxuyaniyên Robert Ford nînin. Ez dizanim ku Amerîka pişrgiriyê dide hevkarên xwe yên hevpeymaniyê ku rûbereke giring a axa Sûriyê ji destê DAIŞê derxistine. Em vê tiştê han didin û ew jî bi projeyeke dûrûdirêj e. Di şevekê de ev proje bidawî nabe."

Heather Nauert: Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzeke şerker a bi bandor in. Ji bo girtina Reqayê em HSDê weke baştirîn hêza leşkerî dibînin. Em ji nêzîk ve ligel wan kar dikin. Wan li navçeyên xwe karên baş kirin lê ez dîsa jî nikarim garantiya paşerojê bidim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1411 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:53:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x