Amerîkayê ji bo YPGê karwaneke din a çekan şand

Komîteyên Kordînasyona Herêmî (LCC)ragihand ku Amerîkayê karwaneke din a çekan ji YPG/QSDê re şandiye.

05.05.2017, Cum - 05:52

Amerîkayê ji bo YPGê karwaneke din a çekan şand
Nuçe Belav bike

LCCê li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir, Amerîkayê karwaneke ji 48 wesayîtên leşkerî û 250 leşkerên piştevaniyê pêk tê ji YPGê re şandiye.

Li gor LCCê çek û wesayîtên leşkerî 4ê Gulanê li demjimêrên nîvrojê ji deriyê Sêmalka yê sînorê Herêma Kurdistanê derbasî Malikiye ya rojhilatê Hesekê bûne.

Ajansa Anadolê jî bi zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku piştî êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê ya bi ser baregeha Qereçoxê de, Amerîkayê 22 TIR çek û cebilxane ji YPG/QSDê re şandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2050 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x