Balafireke şer navendên YPGê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Firokeyeke şer a nenaskirî êrişî çend navendên YPGê û Hêzên Senadîd a eşîrete erebî ya Şemer kir û 12 navendên wan bombebaran kir.

04.01.2017, Çar - 06:09

Balafireke şer navendên YPGê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji Rojavayê Kurdistanê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re aşkere kir, ku îşev firokeyeke şer a ji corê helîkopterê êrişî navendên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Senadîd a eşîreta erebî ya Şemer kir.

Li gorî agahiyan ji çavkaniyê Rûdawê ve, wê helîkoptera şer 12 navendên leşkerî yên YPGê û Hêzên Senadîd li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand: “Navendên leşkerî yên YPGê û eşîreta erebî ya Şemer ên ku hatine bombebarankirin, li gundên Kînco, Xirab Bajar, Til Elo û Elsefa ne.”

Li gorî çavkaniyê Rûdawê, derbarê zirarên êrişê de hêj ti zanyarî nehatine zanîn.

Çavkaniyê navborî aşkere jî kir, ku “helîkoptera şer li esmanê herêmê digere û li navendên YPGê û Hêzên Senadîd ên ku hatine bombebarankirin, dûkel bilind dibe.”

Eşîreta Şemer di Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de beşdar e û hevpeymanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye. Bajarokê Çilaxa li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî bajarê Dêrikê ye.

Serokê eşîreta erebî ya Şemer, Şêx Himêdî Deham di Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, Hevserokê Kantona Cizîrê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1762 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x