Berdevkê YPGê yê Efrînê: Di bombebarana artêşa Tirk de 7 sivîl birîndar bûne

Berdevkê YPGê yê li Efrînê Rojhat Roj ji bo Sputnikê diyar kir ku balafirên Artêşa Tirk li Efrînê sengerên YPGê bombebaran dike û di encama wan bombebaranan de kesên sivîl jiyana xwe ji dest daye.

20.01.2018, Cts - 20:56

Berdevkê YPGê yê Efrînê: Di bombebarana artêşa Tirk de 7 sivîl birîndar bûne
Nuçe Belav bike

Berdevkê YPGê yê li Efrînê Rojhat Roj derbarê bombebarana artêşa Tirk ya li dijî Efrînê ji bo Sputnikê axivî û got, snegerên YPGê hatine bombebarankirin.
Roj axaftina xwe wisa berdewam kir: "Balafirên artêşa Tirk li herêma Efrînê 100 cih bombebaran kirin. Balafirên şer ên Tirkiyeyê li nava Sûriyeyê sengerên YPG/YPJê yên li Efrînê bombebaran kirin. Lê li cihên leşkerî wendahiya can tune ye. Bombebaran li nêzikî navenda Efrînê hat kirin. Tirkiye û hêzên ASAyê xwestin ji herêma Bilbileyê têkevin Efrînê lê hêzên me yên YPGê rê nedayê. Şer û pevçûn berdewam dikin. Derbarê wendahiyên ASA û leşkerên tirk de agahiya me tune ye. Ev êrîş wê bêbersiv nemîne. Bombebarana balafiran berdewam dike. Li gorî agahiyên me bi dest xistiye 56 balafirên şer di bombebaranê de cih digire."

Roj parast ku di encama bombebarana balafiran de 7 sivîl birîndar bûne û got, rewşa 3 kesên ji wan giran e. Roj anî ziman ku balafirên şer ên artêşa Tirk şûnwarên sivîlan jî bombebaran dikin.



Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1000 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x