Çekdarên Kurd dest bi êrişa Reqayê kirin

Berpirsên HSDê ragihandin, ku di çend mehên borî de wan di şerê li dijî DAIŞê de serkeftinên mezin tomar kirine û ew dê qonaxeke nû ya kontrolkirina bajarê Reqayê ragihînin.

06.06.2017, Sal - 08:30

Çekdarên Kurd dest bi êrişa Reqayê kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya mala çavdêr a mafên mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîltereyê ye çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqqayê li hemberî baregeha leşkerî ya rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi operasyoneke nû kir.

Ji aliyê din ve ajansa nûçe ya Reutersê jî ragihand ku HSDeya ku piranî ji çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên li hemberî baregeha leşkerî ya Reqqayê ku di destê terorîstên DAIŞê de ye operasyon da destpêkirin. Li gorî zanyariyan HSDê di heman demê de li hemberî bajarokê el Maslab ku dikeve rojhilatê Reqqayê operasyon daye destpêkirin.

Herwiha li gorî daxuyaniya fermandarekî HSDê jî operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi sêaliyan ve destpê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x