Hate ragihandin ku şeva din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeya Mabeta ya Efrînê êrîşî çekdarên Lîwaya Siltan Murad ya ser Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kirine û di encamê de jî di navbera her dua liyan de şer derketiye.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê ku zanyariyên xwe dispêre ajansa opozisyonê, di encama şer û pevçûnan de, hejmareke çekdar ji herdu
aliyan birîndar bûne, lê nehat eşkerekirin ku kes hatiye kuştin an ne.Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di 18 Adara derbasbûyî de, YPG ragihand ku ew ê awayê şerê xwe li Efrînê biguhere.
Herwiha derbarê vî şerî de YPGê hêj ti daxuyanî nedaye.