Fermandarê Giştî yê HSDê: Em amade ne hevkariyê bi hêzên erebî re bikin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku civîneke dirêj li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê tekoşîna dijî DAIŞê Breet McGurkî li ar xistiye û derbarê daxuyaniyê Serokê Amerîkayê Donald Trumpî yên vekişîna ji Sûriyeyê de axivîne.

26.04.2018, Per - 10:50

Fermandarê Giştî yê HSDê: Em amade ne hevkariyê bi hêzên erebî re bikin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya El Şerq el Ewsetê ya erebî ya navenda wê li Londonê ye, Mezlûm Ebdî diyar kiriye, eger Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişîne û hêzên erebî di bin sîwana hevpeymaniyê de werin, amade ne ku hevkariya wan hêzan bikin.

Ebdî derbarê rewşa Minbicê de jî axift û got, "Meclisa Leşkerî ya Minbicê li baregeha Incirlikê li gel aliyên amerîkî û tirkî civiya û bi awayekî fermî ji wan daxwaz kir ku YPG tev li rizgarkirina Minbicê bibe û aliyê tirkî ev daxwaza wan qebûl kir.

Li gorî fermandar Mezlûm Ebdî yê ku wek Mezlûmê Kobanî tê nasîn, HSD ji 60 hezar şervanan pêk tê û Hêzên Parastina Sînoran jî damezirandine ku ji 30 hezar kesî pêk tê ku li ser sînorên bakurî yên bi Tirkiyeyê û sînorên li gel herêmên DAIŞê yên li ser sînorên Iraqê û herwiha li ser seranserî xeta çemê Firatê ya di bin destê hikûmeta Sûriyeyê de bi cî bûne."

Fermandarê Giştî yê HSDê li ser daxuyaniya Trumpî ya kişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê axift û teqez kir ku biryareke amerîkî ji bo kişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê tine lê serok (yê Amerîkayê) Trumpî ev pêşniyarî endamên hikûmetê kir da ku gotûbêjan bikin û agahî li cem me hene ku birêveberî pêşniyara wî gotûbêj dike û wiha dewam kir: (Birêveberî) nîqaş dike bê dikarin vekişin an na û herwiha nîqaş dikin, eger vekişin dê kengî be, çawa be û mekanîzmeya wê çawa be. Ew jî tenê gotûbêj in ku di navbera serok û birêveberiya wî de ye."

Ebdî di berdewamiyê de diyar kir ku DAIŞ hîn xelas nebûye û hicreyên wê yên nepen li herêmên rizgarkirî hene ku xeter in û sozên Amerîkayê bi bîr anîn ku gotibû, "dê herêm û bajarên ji DAIŞê rizgar kirine ji nû ve ava bikin û aramî û îstiqrarê bînin wan herêman".

Piştî ku hinek nûçe derketin ku Amerîka plan dike ku piştî vekişîna xwe ji bakurê Sûriyeyê û hêzên erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bike. Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kiribû ku gotûbêjên wan û hevpeymaniya navdewletî ji bo şandina van hêzan dewam dikin û got, "ew hêz dikarin di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de werin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:27:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x