Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel bi fermandarên hêzên koalîsyonê re di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anîn.

14.05.2018, Pts - 15:19

Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan
Nuçe Belav bike

Fermandarên amerîkî yên koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞê piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê cara ewil bi fermandarê HSDê re hevdîtin pêk anîn. Hate diyarkirin ku di civînê de operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê ku di 1ê Gulanê de hat destpêkirin, hatiye axaftin. Herwiha wêneyên civînê jî li ser hesabên koalîsyonê hatin weşandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû herêmên li rojhilatê Firatê ya li çoltera Dêra Zorê yên di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de hatine dorpêçkirin.

Îro şervanên YPGê ku pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de gundê Baxozê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:15:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x