Fransa piştgiriya xwe bo YPGê zêdetir dike

Hêzên taybet ên Fransî ji bo YPGê piştgiriya xwe didomînin û li sînorê Rojava û Başûr şeş bataryayên topavêj bi cî kirin.

19.05.2018, Cts - 16:57

Fransa piştgiriya xwe bo YPGê zêdetir dike
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên herêmî eskerên Fransî ên ku piştgirî didin YPGê li bakurê gundê Baguza li sînorê Iraqê yê bajarê Dêra Zorê şeş bataryayên topavêj bi cî kirin û gule avêtin.

Eskerên Fransî di operasyonên sehayê de bi YPGê re dixebitin û di van demên dawîn de li Minbic, Heseke, Eyn Îsa û Reqaya di destê YPGê de ne piştgiriya xwe zêde dikin.

AFPya ajansa nûçeyan a Fransî di nûçeya 9ê hezîrana 2016an de ku sipartibû Wezareta Berevaniya Fransayê diyar kiribû ku hêzên taybet ên Fransî (COS) li bakurê Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola YPGê de peywirê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:07:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x