Gotebêjê HSD: Bexdadî li jêr hejmûna Tirkiyê hat kuştin

Gotebêjê Hêzên Suriya Demokrat, Rêdûr Xelîl, raagehand, Tirkiyê seywaneke sîyasî û ewleyî bo paraztina Ebûbekir Bexdaî durist kiribû, niha dema wê yekê ye pirsyar ji Tirkiyê bihêt kirin, Bxdadî bo li Idlib bû?

28.10.2019, Pts - 05:38

Gotebêjê HSD: Bexdadî li jêr hejmûna Tirkiyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Rêdûr Xelîl, evro êvrî, di kongireyeke rojnamevanî de got: Ewê operasyona serbazê selmand ku Tirkiye seywaneke sîyasî û ewlehî bo paraztina Bexdadî dabîn kiribû. Ew seywan jî ne tenê bo Bexdadî bû, lê bo tevaya girûp û mîlîşyayên teroristane ku heya niha li bakûra Suriyê ne û pêwîste civaka nêvdewletî evê pirsyarî li Tirkiyê bike derbarê wê piştîwanîya ku pêşkeşî girûpên teroristî dike û mebest û aramanca Tirkiyê ji evî karî çiye?

Xuya jî kir, piştî şerê Baxozê, li 23/5, hewalgirîya HSDyê zanîyarîyê bawer pêkirî gihan destê wê û ew zanyarî me dan e Emerîkayê, nemaze jî dezgeha hewalgirîya Emerîkayê SIA û dûv re jî operasyon bi pişikdarîya rasterasta HSDyê hat encamdan.

Tekez jî kir, kutştina Bexdadî destekevteke dîrokî ye û ji encama hevkarîya di navbera HSD û Emerîkayê de bi deset hatîye.

Amaje bi wê yekê jî kir, Ew operasyonbo dema mehekê hat giro kirin bi sedema hêrişa Tirkiyê bo ser deverên me.

Rêdor Xelîl hoşdarç jî da cîhanê derbarê hatina girûpên mîlîşîyayên ser bi Tirkiyê bo deverên Serê Kanîyê û Girê Sipîyê û zemînesazîya ku heye bo dûbare serhildana Daişê li deverê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:53:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x