Hevpeymaniyê 200 barhilgir çek şandin ji HSDê ra

Hevpeymaniya Navdewletî 200 barhilgirên tijî alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

23.08.2019, Cum - 08:45

Hevpeymaniyê 200 barhilgir çek şandin ji HSDê ra
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye îro pêncşemê 22.08.2019an belav kiriye,ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwanek din a alîkariyên leşkerî, ku ji nêzîkî 200 barhilgiran pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî navçeyên di bin kontirola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li rojhilatê çemê Firatê kirin e.

Di vê mehê de, hêzên hevpeymanan dû carên din jî, alîkariyên serbazî ji herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribû ku di rojên 2 û 6ê vê mehê de jî, bi dehan barhilgirên tijî alîkariyên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x