HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyand ku dibe ew li dijî milîtanên DAIŞê yên li ser sînorê Iraqê bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe û got, dibe şertên ku dê pêşiyê li xebatên hevpar yên li dijî DAIŞê vebikin, pêk werin.

05.04.2018, Per - 05:56

HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengtiya YPGê nişana operasyoneke hevpar ligel Iraqê da. Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re got, dibe ku ew li dijî DAIŞê bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar birêve bibin.

Xelîl diyar kir ku ji ber çûna gelek endamên HSDê ji bo herêma Efrînê û lawazbûna operasyonan îhtimal heye ku ji nû ve zindî bibe û ev tişt gotin: "Iraq dewleteke cîran e û ew jî ji destê terora DAIŞê bi êş e. DAIŞ li herêma hevpar ya di navbera me de heye û ev jî nişan dide ku dibe şertên dê pêşiyê li xebatên hevpar yên li dijî DAIŞê vebikin, pêk werin."

Xelîl di axaftina xwe de anî ziman ku DAIŞ hewl dide ji valahiya li rojhilatê bakur yê Sûriyeyê sûd werbigire û got, "Ev metirsiyek e û em li ber çavan digirin û herwisa em li rêbazên guncaw yên li dijî belavbûna DAIŞê digerin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x