HSDê bersiva hikûmeta Sûriyê da

Fermandariya Giştî ya HSDê ragihand, tevî ku ew bangewaziyên ji bo parastina Sûriyê bilind dinirxînin lêbelê pêwîst bû hikûmetê bang li fermandariya HSDê kiriba ne li şervanan û tekez kir ku divê rêz li wan şervanan bê girtin ku Sûriye parastin û herwiha HSDê , “şêwaza daxwaza tevlîbûnê” jî red kir.

30.10.2019, Çar - 20:31

HSDê bersiva hikûmeta Sûriyê da
Nuçe Belav bike

Fermandehiya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de, bersiva bang û daxwaziya Wezareta Berevaniya ya Sûriyê da, ku daxwaz ji endamên HSDê kiribû tevlî rêzên Artêşa Sûriyê bibin ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkiyê.

HSDê di daxuyaniya xwe de aşkere dike: “Em yekgirtîbûna hewlan bo parastina Sûriyê li dijî Tirkiyê bilind dinirxînin, lê rêkxistina hêzên leşkerî divê di çarçoveya çareseriyeke giştgîr de be.”

HSDê herwiha ragihandiye ku divê rêz li wan şervanan bê girtin ku Sûriye parastin û DAIŞ şikandin û diyar dike, “Hêzên Sûriya Demokratîk hêzeke leşkerî ya temam û rêkxistî û bi dîsîplîn e û li cihê Sûriyê û hemû cîhanê li dijî DAIŞê şer kir û xilafet şikand.”

HSD rexneyên tund jî li wê banga hikûmeta Sûriyê digire û dibêje: “Pêwîst bû hikûmet bang li Fermandariya Giştî kiriba ne li şervanan.”

Fermandariya HSDê dibêje: “Banga Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê weke vê yekê tê ku lêborîn ji bo tawanbaran û terorîstan derxistibe, lewra em vê şêwaza daxwaza tevlîbûna Artêşa Sûriyê red dikin.”

Ev daxuyaniya HSDê piştî vê yekê tê ku wezaretên navxwe û barevaniyê yên Sûriyê, bang li şervanên HSDê û asayîşa Rojavayê Kurdistanê kiribû ku tevlî artêşa Sûriyê û polîsan bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1568 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:31:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x