McGurk: Em ê di dayîna çekên YPGê de guherandin bikin

Nûnerê Trump yê taybet Brett McGurk ragihand ku piştî qedandina kismekî mezin yê operasyona Reqqayê, di alikariyên ku me dida hinek hêzên Sûriyeyê de em ê guhertinan bikin.

24.12.2017, Paz - 08:19

McGurk: Em ê di dayîna çekên YPGê de guherandin bikin
Nuçe Belav bike

Brett McGurk di axaftina xwe ya li Wezareta Derve ya Amerîkayê de rojnamewanekî derheqê axaftina navbera Erdogan û Trump ya li ser dayîna çekan de pirsek pirsî.
McGurk di bersiva xwe de got: "Em di dayîna hinek çekan de bi sînor tevdigerin. Di vê pêvajoyê de em ê li hember şirîkê xwe yê NATOyê Tirkiyeyê zelal bin."
Dîplomatê amerîkî McGurk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê hebûna xwe ya li Sûriyeyê bidomînin. Li gorî demê em ê carinan di polîtîkaya xwe ya alîkariyê de guhertinan çêbikin. Ev tiştek normal e."

Nûnerê Trump di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çi qas ku îro DAIŞ qels bûbe jî di çarçoveya tekoşîna li hemberî DAIŞê de hê jî gelek tiştên ku em bikin hene."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:13:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x