Pentagon: Em bi Tirkiyê û HSDê re di pêwendiyê de ne

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon)ê ragihand, ku ji bo aramkirina rewşê li Bakurê Sûrya, ew li gel Tirkiyê û HSDê di pêwendiyên berdewam de ne.

31.10.2018, Çar - 07:41

Pentagon: Em bi Tirkiyê û HSDê re di pêwendiyê de ne
Nuçe Belav bike

Peyvdarê bi navê Pentagonê Shon Robertson di daxuyaniyekê de, ji ajanseke Rûsî re ragihand, ku hayê wan ji daxuyanî û gefên Tirkiyê derbarê êrîşkirinê li ser Bakurê Rojhilatê Sûryê heye.

Bi gotina Shon Robertson: Ji bo aramkirina rewşê, ew bi Tirkiyê û HSDê re, bi awayekî berdewam pêwendiyan dikin.

Ev bûn du roj, hêzên Artêşa Tirkiyê baregehên YPG li bajarên Kobanê û Girê Sipî li rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û li gorî zanyariyan, heya niha di encamê de 2 şervanên YPGê jiyana xwe jidest dane.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Firensî li ser hejmara xwe ya Twitterê nivîsî ye, ku ew ji êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûryê, ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dilgiran in.

Wezareta Derve ya Firensî got jî: Bi riya serbazî kêşeya Sûryê çareser nabe û aramiya hertimî, wê tenê bi riya bicîkirina biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî ya jimare 2254 pêk bê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:30:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x