Pentagon: HSDê nêzîkî 600 çekdarên biyanî dîl girtine

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nêzîkî 600 çekdarên biyanî dîl girtine.

21.07.2018, Cts - 11:02

Pentagon: HSDê nêzîkî 600 çekdarên biyanî dîl girtine
Nuçe Belav bike

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson diyar kir ku "nêzîkî 600 çekdarên terorîst ên biyanî ku xelkê 40 welatên cuda cuda yên cîhanê ne, di destê hêzên HSDê de ne û desteserkirî ne".

Sean Robertson herwiha eşkere kir ku Amerîka ji wê yekê agahdar e ku 400 welatiyên Sûriyê jî ji aliyê HSDê ve hatine desteserkirin. Rayedarekî din ê artêşa Amerîkayê ragihandiye, di nav wan kesan de ku ji aliyê HSDê ve hatine desteserkirin, nêzîkî 40 kes xelkê Rûsyayê ne û bi dehan kesên din jî ji welatên Almanya û Fransayê ne.

Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihandibû ku pêwîst e welatên wan çekdaran, berpirsyariya çekdaran bigrin ser stûyê xwe. Çekdarên DAIŞê yên ji welatên biyanî, ji bo tevlîbûna rêxistina DAIŞê ji welatên xwe derketine û çûne Sûriye û Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:11:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x