Pentagonê di budceya Amerîkayê ya sala 2019a de ji bo YPGê piştgirî xwest

Li gorî nûçeyeke AAyê Pentagon di çarçoveya Budceya Parastinê ya Sala 2019a de li Sûriyeyê YPG jî di nav de, dê ji bo hinek koman piştgiriyê bike û hat gotin ku hûrgiliyên vê budceyê derketin holê.

17.04.2018, Sal - 06:12

Pentagonê di budceya Amerîkayê ya sala 2019a de ji bo YPGê piştgirî xwest
Nuçe Belav bike

Hat gotin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Penatgon) di çarçoveya budceya 2019a de YPG jî di nav de, dê ji bo komeke 60-65 hezar kesan pêk tê, çek û muhîmatan bide.

Pentagonê di meha sibatê de ji bo sala 2019a budceya xwe ya parastinê pêşkeşî kongreyê kiribû û daxwaz kiribû ku ji bo aliyên li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin, bi 300 milyon dolaran piştgiriya çekan bide. Penatonê herwisa ji bo komên ewlehiya sînor pêk tînin jî daxwaza 250 milyon dolaran kiribû.

Hat destnîşankirin ku li gorî belgeya bi navê "Operasyonên bi îtimal ên Sala 2019a: Sedemên Fona Perwerdekirinê ya li Dijî DAIŞê" rêveberiya Amerîkayê bi tevahî ji bo komeke ji 60-65 hezar kesan pêk tê, daxwaza çek, muhîmat û ekîpmanan kir.

Di belgeyê de hat diyarkirin ku ji wê budceya 300 milyon dolarî, 162 milyon û 600 hezar dolar ji bo çek, muhîmar, wesayit û amûrên din hatiye veqetandin, 8 milyon dolar ji bo amûrên xwarin û vexwarinê, 28 milyon dolar ji bo barkirin û bicihbûnê û 101 û nîv dolar jî ji bo piştgiriya operasyonan hatiye daxwazkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:21:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x