Ryan: Piştî nemana DAIŞê jî emê alîkariya HSDê bikin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Sean Ryan eşkere kir, ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê ji wan re gotiye eger şerê li dijî DAIŞê bidawî bibe, ewê li Sûriyê bimînin û alîkariya HSDê bikin.

27.09.2018, Per - 09:44

Ryan: Piştî nemana DAIŞê jî emê alîkariya HSDê bikin
Nuçe Belav bike

Sean Ryan di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin û ew hewl didin herêmê bi temamî ji DAIŞê bê paqij bikin.

Ryan got: “Operasyonên me bi awayeke sîstematîk bi rêve diçin daku em piştrasbibin ku navçe bi timamî ji çekdarên DAIŞê tê paqijkirin. Herwiha piştras bibin ku xelkên navçeyê silamet in, heya niha operasyonên me gelekî baş birêve diçin.”

Fermandarê amerîkî herwiha eşkere kir ku wê piştî bi dawîhatina şer jî alîkarî û perwerdeya leşkerî ji HSD re pêşkêş bikin, daku aramî bê bidestxistin û DAIŞ careke din venegere nav wê deverê.

Sean Ryan got: “Bi rastî Wezîrê Berevanî Mike Pence duh serdana me kir û em agehdar kirin ku emê li Sûriyê bimînin. Piştî xilasbûna şerê DAIŞê emê berdewam bin di rahînana serbazî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk heya ku navçe bi temamî aram bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:19:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x