Şervanên YPGê bajarokekî din rizgar kirin

Bajarokê Deşîşê yê Hesekê piştî şerê giran ê nêzî 3 hefteyan, şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) ku pêşengiya HSDê dikin ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

26.06.2018, Sal - 07:56

Şervanên YPGê bajarokekî din rizgar kirin
Nuçe Belav bike

Navenda sereke ya DAIŞê li Deşîşe ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hate rizgarkirin. HSD niha hewla kontrola bajarokê Tiwêmînê dide daku seranserê sînorê bi Iraqê re ji kontrola DAIŞê derxîne. Deşîşeya ku DAIŞê piştî şikestinên giran ên li Sûriyeyê û Iraqê, ji xwe re kiribû navendeke sereke, piştî şerekî dijwar û wêraniyeke mezin ji aliyê şervanên HSDê ve hate kontrolkirin.

Li gor daxuyaniya fermandarê HSDê Heval Şêx, opersyon berdewam e û tenê 15 kîlometro di destê DAIŞê de mane.

Wek tê zanîn zêdetirî 20 rojan e ku operasyona Bagera Cizîrê li rojhilatî Şedadê li başûrê rojhilatê Hesekê hatiye destpêkirin û piştî bombebarakirina baregeh û navendên DAIŞê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve li wê deverê, pêvajoya paqijkirina wan navçeyan ji aliyê HSDê ve birêve diçe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:44:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x