Şervanên HSDê êriş şikandin: 21 kuştî

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê duhî bi çekên giran êrişî gundê Cerse Şerqî ku ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû kontrolkirin kirin. Şervanan êriş şikand.

19.12.2017, Sal - 09:03

Şervanên HSDê êriş şikandin: 21 kuştî
Nuçe Belav bike

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê duhî bi çekên giran êrişî gundê Cerse Şerqî yê herêma Dêra Zorê ku ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû kontrolkirin kirin. Şervanên HSDê êrişa milîtanên DAIŞê şikandin û di pevçûnan de 21 terorîst kuştin.

Êrişa milîtanên terorîst ê DAIŞê li hemberî gundê Cerse Şerqî ev du rojan dewam kir. Şervanên HSDê di êrişa DAIŞê ya roja pêşî de 95 milîtan kuştibûn û di roja duyemîn de jî 21 terorîst kuştin û êrişa DAIŞê şikandin.

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Cerse Şerqî ku 21 kîlometroyan dikeve başûrê rojhilatê Meyadînê ji terorîstên DAIŞê rizgar kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:18:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x