Tirkiyê: Nabe YPG beşdarî gotûbêjên aştiyê bibe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşewazî li beşdariya Amerîkayê li gotêbêjên aştî yê Sûriyê dike ku biryare li paytexta Kazakistanê birêve biçe û bi tundî jî beşdariya YPG û PYD red dike.

31.12.2016, Cts - 06:29

Tirkiyê: Nabe YPG beşdarî gotûbêjên aştiyê bibe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çavuşoglu di civîneke çapemenî de ragehand ku:”Dewleta Tirkiyê pêşewazî li beşdarbûna Amerîkayê di gotûbêjên aştî yên Sûriyê de ku biryare li paytexta Kazakistanê pêk bêt, dike.”

Di berdewamiyê de Çawuşoglu Tekezî kir ku nabe YPG(Yekîneyên Parastina Gel) beşdarî li wê gotûbêjê de bike, û got me ev mijare li destpêkê de li gel Rûsyayê qise kiriye.

Di dawiyê de wî berpirsî aşkere kiriye ku eger YPG û PYD çek danan û bi yekparçeya axa Sûriyê bawerî anîn wê demê de dibe ku di çarçoveya çareseriya gîştî de çîh bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1845 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x