Topxaneya Tirkiyê pêgehên YPGê li Şehba topbaran kir

Şeva borî, topxaneya artêşa Tirkiyê pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çendîn deverên navçeya Şehba li bakurê Helebê topbaran kir.

17.06.2019, Pts - 08:31

Topxaneya Tirkiyê pêgehên YPGê li Şehba topbaran kir
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya Artêşa Tirkiyê balafirxaneya Minix li bakurê rojavayê bajarê Tilrifet topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê herwiha gundên Malikiyê, Şewarxe, Merhinaz, Eyndeqna, Hirbil û Şêx Îsa li heman navçeyê topbaran kir.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dengê topbaranê heta li nav bajarê Efrînê dihat bihîstin.

Navçeya Şehba li bakurê Helebê li jêr destê hêzên YPGê û hikûmeta Sûriyê de ye û hin navendên hêzên Rûsyayê jî li navçeyê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:20:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x