Trump derbarê YPGê de fermaneke nû da

Rêvebiriya Amerîkayê ji bo avadaniya herêma Rojava soza dayîna 200 milyon dolarî dabû. Serokê Amerîkayê Trump dîrefktîf da Wezareta Derve ku alîkariyê rawestînin.

31.03.2018, Cts - 07:29

Trump derbarê YPGê de fermaneke nû da
Nuçe Belav bike

Berpirsên amerîkî di axaftina xwe ya rojnameya Wall Street Journalê de îdîa kirin ku Qesra Spî di pêşeroja Sûriyeyê de rola Amerîkayê dinirxîne. Di pêvajoya nirxandinê de biryar hat dayîn ku 200 milyon dolar alîkariya ku ji bo avadaniya şerê DAIŞê hatibû veqetandin were rawestandin."

Li gor agahiyên rojnameyê, Qesra Spî ev dîrektîfa rawestandina alîkariyê roja pênçşemê bi daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû heta demeke nêzîk em ê hêza xwe ji Sûriyeyê vekişînin re parelel dane.

Dîrektîfa rawestandina alîkariyê ji aliyê Midûrê Taybet ê Qesra Spî John Kelly ve ji John Sullivan re hat gotin. Soza dayîna 200 milyon dolarî ji aliyê Wezîrê Derve yê berê Rex Tillerson re hatibû dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:41:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x