Welatên kendavê biryar dan alîkarîya YPG bikin

Welatên kendavê (welatên Ereb), ji bo pêşketina Haşdî Şabiî ya li ser sînorê Iraq û Sûrîyê rawestînin, biryar dan ku leşgerî, siyasî û aborî alîkarî û piştgirîya hêzên YPG bikin.

20.06.2017, Sal - 08:46

Welatên kendavê biryar dan alîkarîya YPG bikin
Nuçe Belav bike

Welatên kendavê yên ku di bin serokatîya Amerîkayê de li hev civîyan, ji bo rê li ber pêşketina Haşdî Şabiî ya Îranê bigrin, biryar girtin ku di her warî de alîkarîya hêzên YPG bikin.

Li gor nûçeya kanala NRT TV, nûnerên Amerîka, Brîtanya, S. Erebistan, Urdun û Yekîtîya Emîratên Erebî bi heyeta PYD a bi serokatîya Salih Mislim re civînek li dar xistine. Di civînê de ji bo rê li ber pêşketina Haşdî Şabiî û hêzên rejîma Sûrîyê bê girtin, biryar hat dank u leşgerî, siyasî û aborî alîkarî û piştgirîya hêzên YPG bê kirin.

Di civînê de biryar hat girtin ku hêzên YPG û YPJ li herêma El Tanaf (sînorê Urdun, Iraq û Sûrîyê) bên bicîhkirin û ji bo vê yekî jî alîkarîya leşgerî û aborî jê re bê kirin.

Herweha ji bo ku rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê baştir bibe, biryar hat girtin ku ji sînorê Urdunê navgînek bazirganîyê bê pêkanîn.

Wek tê zanîn, Hêzên Taybet yên Amerîkayê berî niha li herêma El Tanafê bi cîh bûbû. Ji 600 kîlometre sînorê Iraq û Sûrîyê 200 kîlometre di bin kontrola hêzên YPG de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x