YPG: 3 firokeyan gundê Tahûnê gulebaran kir

Navenda Raghandina YPGê bi daxuyaniyekê diyar kir ku sê firokeyên tê payîn ên artêşa tirk in şeva din derbasî Rojava bûn û bejahiya gundê Tahûnê gulebaran kir.

04.01.2017, Çar - 14:52

YPG: 3 firokeyan gundê Tahûnê gulebaran kir
Nuçe Belav bike

Navenda Raghandina YPGê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa êrişên artêşa tirk kir.

Di daxuyaniya ku ji 2 bendan pêk tê de hate amajekirin ku leşkerên artêşa tirk 3ê Rêbendanê, ji herêma Zerbê ya nêzî gundê Zorava ya giredayî Tirbespiyê hewldan sînor derbas bikin û derbasî Rojava bibin.

Tê gotin ku li ser vê hewldana leşkerên tirk, li qadê şerekî demkî hate jiyîn û di encamê de leşkerek tirk jiyana xwe ji dest da.

Di dewamiya daxuyaniyê de tê ragihandin ku di heman rojê (3ê Rebendanê) 3 firokeyên ayîdî artêşa tirk bûn derbasî xaka Rojava bûn. Yek ji wan firokeyan, bejahiya gundê Tahûnê ya giredayî Til Elo ya Girkê hate bombebarandin. Piştî êrişan hersê firoke ji ser mile Til Koçer ve ji xaka Rojava derketin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1686 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x