YPG: Artêşa Tirk êriş kir

Navenda Çapemeniya YPGê daxuyaniyek belav kir û tê de got êrişên Tirkiye yên bi ser Rojava didomin.

30.12.2016, Cum - 14:17

YPG: Artêşa Tirk êriş kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera YPGê de hate gotin ku artêşa tirk 29ê Berfanbarê danê nîvro û êvarî êrişî ser gundê Til Şeîr ya li rojavayê Kobaniyê kiriye.

Herwiha bi çekên giran jî êrişî ser Siluleh ya bi ser Kobanê hatiye kirin û li heman herêmê gelek balafirên bêmirov yên Tirkiyeyê firînên keşfê kirine.

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku îro saet di 08.00an de dema mirovên sivîl ên li gundê Elok a giredayî Serêkaniyê nêzî sînor bûn, li ser vê yekê şervanên YPGê wan ji herêmê dûr bixin. Li ser vê yekê dema çûn pêşiya hemwelatiyan, arteşa tirk wan da ber guleyan. Di encama gulebaranê de şervanekî YPGê birîndar bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:34:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x