YPG bang li raya giştî ya cihanê dike

YPGê ragihand, ti bijarde ji bilî berxwedanê li wan nemaye. YPGê bang li raya giştî ya çihanê kir jî ku helwesteke yekalîker li dijî karê dijminane ya artêşa Tirkiyê bigire ber.

21.01.2018, Paz - 07:07

YPG bang li raya giştî ya cihanê dike
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand, piştî nêzîkbûna jinavbirina DAIŞê û xuyakirina hêviyên çareseriya demokratîk a krîza Sûriyê, Tirkiyê dest bi şerekî li dijî Efrînê û welatiyê sivîl kir, da ku derfeteke nû ya vejînê bide DAIŞê.

YPGê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, Efrîn ji bajarê destpêkê bû ku li bakurê Sûriyê şerê terorê di dirêjehiya salên bûrî de kir û hembêza xwe li pês bi dehan hezar koçberên Sûrî vekir.

Di beşeke din ya daxuyaniya YPGê de hat: "Ji raya giştî re tekez dikin ku ti bijarde li pêş me nemaye ji bilî berxwedanê û wek çawa me bi vê berxwedanê dest pê kir û biser ketin, dê li ser wê jî berdewam bin."

YPGê bang li raya giştî ya çihanê kir jî ku helwesteke yekalîker li dijî dagîrkeriya artêşa Tirkiyê li dijî gelê Efrînê bigire ber.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:34:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x