YPG bi sîlihên giran hatin ser sînor

Li bajarê Efrînê, PKK ê tevî çekdarên YPG ê, gelek sîlihên giran sewqî ser sînor kirin. Demeke dirêje ku her dû alî; YPG û Tirkiye topan davêjin hev û Tirkiyê dibêje ku wê operasyonek li bajarê Efrînê pêk bîne. Efrîn niha di destê YPG ê de ye.

02.07.2017, Paz - 10:27

YPG bi sîlihên giran hatin ser sînor
Nuçe Belav bike

Li rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê ji ber desthilatdariya YPG ê, ev demeke dirêje tê behskirin ku wê Artêşa Sûriyê ya Azad û Tirkiye bi hevre êrîş bibin ser Efrînê. Bi van gotinan re jî li ser sînor bizaveka zêde heye.

Li gor ajansa Rûsî Sputnikê hêzên YPG ê, sîlihên giran û şervanên xwe danîne ser sînor. Berê jî aşkera kiribûn û gotibûn ger Tirkiye êrîş bibe ser wan, wê bersiva Tirkiyê bidin.

Di nav çekên ku şandine ser sînor de, çekên ku ji welatên dinan sitendine hene. Di nava wan de balafirsawar, topên hawanê, roketavêj û fuzeyên fermanberên germê hene.

Ev demeke zêde ye ku Tirkiye sîlihên giran, bi tank û topan ve sewqê ser sînorê Efrînê dike. Çavkaniyên leşkerî dibêjin ku Tirkiye dikare her dem bi navê “Firata Mayînde” operasyonek li dijî YPG ê bide destpêkirin. Di hedefê de bi Efrînê re, baregehên Telfirat û Minîg hene.

Tirkiye ji aliyek de leşeker û sîlihên giran sewqî ser sînor dike û li aliyê dinê jî, li ser sînorê navbera xwe û Sûriyê avakirina dîwar dide dewamkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:16:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x