YPG Çiyayê Şêxurz dîsa kontrol kir

Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê di roja 26emîn de didome. Rewş li piraniya deverên Efrînê hêmin e, lê pevçûn li devera Cindirêsê di navbera şervanên YPG û hêzên artêşa Tirkiyê û ASAyê de derdewam e.

14.02.2018, Çar - 12:52

YPG Çiyayê Şêxurz dîsa kontrol kir
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya tirk, artêşa tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Çiyayê Şêxurzê kontrol kir, lê li gor malpera Rûdawê ku dispêre çavkaniyên herêmî şervanên YPGê dîsa Çiyayê Şêxurzê kontrol kirine.

Çavkanî di axaftina xwe de dibêje: " Dengê topbaranê li herêma Bilbil û Şerayê nayê bihîstin. Şeva borî heta derdora saet 01.00ê balafir li asmanê herêm digeriyan lê tu dever bombebaran nekirin. Şervanên kurd gundê Sehrîncekê û Çiyayê Şêxurzê dîsa ji destê hêzên tirk û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) derxistin."

Li gorî heman çavkanî şer û pevçûn ji gundê Celemê yê devera Şêreyê û heta derdora gundê Axcelê berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x