YPG: Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin

YPG derbarê êrîşên demên dawî yên Artêşa tirk de daxuyaniyek weşand û di daxiyaniyê de got:"Eger êrîşên Tirkiyê li ser navendên YPGê de berdewam bin, em dê bi tûndî bersivê bidin."

29.04.2017, Cts - 10:28

YPG: Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Parastina Gel YPGê derbarê êrişên van çend rojên dawî yên Tirkiyê bo ser navendên YPGê li Rojavayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî nûçeyên di malperên nêzî YPGê de hat weşandin YPG di daxuyaniya xwe de dibêje:"Êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojava û navend û baregehên YPGê de dê bê bersiv namîne û em dê bersivên tund bidin van êrîşan."

YPGê her wiha dibêje:"Di gel ku ji aliyê hêzên me ve heta niha li dijî dewleta Tirk ti êrîş pêk nehatiye û digel ku hewldanên me yên pêşxistina tekîliyên baş bi dewleta Tirkiyê re jî hene lê êrişên dewleta dagîrker qet ranewestiyaye. Piştî van êrişên dawîn, em nikarin bê bersiv bimînin û em careke din eşkere dikin ku em dê di çarçoveya parastina rewa û zagonên navneteweyî de, bersiva êrîşan bidin. Ji vir şûn ve jî yek êrîşê dewleta Tirk jî bê bersiv nemîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x