YPG: Hêzên me bersiva topbarana Tirkiyê da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand, hêzên wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê ya li ser gundên Kobanê dane û got: “Ti êrîşek ne rewa yên li hember xaka Bakurê Sûriyê dê bê bersiv nemîne.”

29.10.2018, Pts - 07:38

YPG: Hêzên me bersiva topbarana Tirkiyê da
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî topbarana artêşa Tirkiyê ya duhî li ser gundên rojavayî Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Artêşa Tirk a dagirker ku ev demek e êrîş û binpêkirinên xwe yên li hember herêma Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan zêde kiriye, hewl dide bi provokasyonan rewşa ewle û aram ya herêmê hilweşîne. Weke ku hey niha bi sedan mînakê wê hatine jiyankirin, artêşa Tirk a dagirker dîroka 28’ê Cotmeh’ê gundên Zormixar, Çarixlî, Siftek û Aşmê yên rojavayê Kobanê bi hawan û çekên giran bombebaran kir.

Hêzên me demildest bersiv dan êrîşan. Di encama êrîşan de şervanekî Erka Xweparastinê brîndar bû û pişt re şehîd bû. Ev êrîş bê sedem pêk hatin û armanca wan bi rêya tahrîkkirinê li herêmê derxistina aloziyeke nû ye.

Di demeke ku em bi hemû hêza xwe hewl didin terora DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxin û bi vê armanca di eniyên şer de têkoşîn dimeşînin de, dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên bê sedem alîkariyeke nepenî ji bo DAIŞ’ê dike.

Em careke din destnîşan dikin ku ji herêmên me tu êrîş li dijî sînorên dewleta Tirk a dagirker nehatine kirin û armanca van êrîşan tenê provokasyon û zindîkirina DAIŞ’ê ye. Em diyar dikin ku, her ji kê tê bila were, tu êrîşek ne rewa yên li hember xaka Bakûrê Sûriyê wê bê bersiv nemîne û mafê me heye ku em bi her awayê pêwîst xwe li hember êrîşan biparêzin.”

Artêşa Tirkiye duhî binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundên Zor Mixar, Xirab Eto, Çariqlî û Aşmê yên rojavayê Kobanê topbaran kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:23:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x