YPGê û leşkerên Amerîkayê operasyona daxistina ji hewan ve li dijî DAIŞê pêk anîn

Hêzên taybet ên girêdayê YPGê û leşkerên Amerîkayê operasyona daxistina ji hewan ve li dijî serkirdeyên DAIŞê yên li rojhilatê Reqayê pêk anîn. Di operasyonê de 3ê ji wan serkirde 8 DAIŞî hatin kuştin, 4 serkirdeyên DAIŞê jî bi saxî hatin desteserkirin.

01.06.2017, Per - 15:19

YPGê û leşkerên Amerîkayê operasyona daxistina ji hewan ve li dijî DAIŞê pêk anîn
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Yekîneya Parastin a Gel (YPG) hatin wergirtin, operasyona daxistina ji hewan ve li dijî DAIŞê li gundê Şenîne ku dikeve rojhilatê Reqayê 2 roj berê hêzên taybet ên girêdayê YPGê û leşkerên amerîkî pêk anîne. Beriya operasyona daxistinê, herêm ji aliyê balafirên şer ên hêzên Koalîsyona Navdewletî ku Amerîka pêşengiyê dike ve hat bombebarankirin.

Derbarê operasyonê de rayedarekî YPGê ji Sputnikê re axivî.

Rayedarê eşkere kir ku bi leşkerên Amerîkayê re operasyon li dijî serkirdeyên DAIŞê pêk anîne û got: "Li ser agahiyên îstîxbaratî ku komekê serkirdeyên DAIŞê cilên sivîl li xwe kirine û li gundê Şenîneyê bêhna xwe didin, me bi leşkerên amerîkî re operasyona daxistina ji hewan ve pêk anî. Yekîneyên YAT, hêzên taybet ên YPGê û hêzên taybet ên Amerîkayê di operasyonê de cih girtin. Me li cihê ku 8 mîlîtanên DAIŞê disekinîn operasyon pêk anî. Şerên dijwar rûdan. Di encama şer de 8 mîlîtanê DAIŞê hatin kuştin. 3ê wan serkirdeyên DAIŞê bûn. Me 4 DAIŞî jî bi saxî desteser kir. Jêpirsîna DAIŞiyên ku hatin desteserkirin dewam dike.

Rayedarê destnîşan kir ku di operasyonê de ji leşkerên Amerîkayê û YPGê mirî û birîndar çênebûne.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:43:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x