YPGê li dijî êrişên Tirkiyeyê bangî Rûsyayê kir

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihand ku dê êrişan bê bersiv nehêlin û bang li Rûsyayê kir ku ji bo êrişan bibe çevdêr.

02.09.2017, Cts - 10:32

YPGê li dijî êrişên Tirkiyeyê bangî Rûsyayê kir
Nuçe Belav bike

Êrişên Artêşa Tirkiye û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li dijî Efrînê dewam dike. Herwiha Tirkiye li ser sînorê Rojava amadehiya operasyoneke berfireh li dijî Efrînê dike. Fermandarê Yekîneya Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo li ser êriş û operasyonên Tirkiyeyê axivî û ragihand ku ev plan dê bi ser nekevin û got: "Me her carê li dijî hêzên Tirkiyeyê li ber xwe da. Kesên ku dixwaze xaka Sûriyê dagir bikin dewleta tirk e.

Em mafê rewa yê xweparastinê bi kar tînin.''Hemo diyar kir ku Til Rifat beriya niha yek ji navenda girîng a milîtanan bûye û wiha pê de çû: "Milîtan hewl didin ku bi demografiya herêma Şehbayê bilîzin. Li vê herêmê bi sadên malên Kurdan û Ereban hatine şewitandin. Artêşa Tirkiye û komên girêdayê wane her roj sivîlan dikujin. Dê têkoşîna me yê li dijî Tirkiyeyê li Şehbayê dewam bike."

Hemo li ser pozîsyona Rûsyayê ya li herêmê jî axivî û bangî Rûsyayê kir ku li dijî êrişan çevdêriyê bike û divê mijarê de bibe xwedî helwesteke xurt.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:38:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x