YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku eger Artêşa Tirkiyeyê ji çeperên diyar derbas bike, biryara bersivdayînê dane.

29.06.2017, Per - 14:05

YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêktê, piştî ku Artêşa Tirkiyeyê çeperên YPGê topbaran kir, daxuyanî da. Şewirmendê HSDê Nasit Hc Mansûr diyar kir ku biryara bersivdayîna Tirkiyeyê standine.

Mansûr ji ajansa Reutersê re axivî û got: "Eger Artêşa Tirkiyeyê ji çeperên diyar kirî derbas bike, biryara bersivdayînê dane."

Tê gotin ku Tirkiye hejmarek zêde leşker û amûrên leşkeri şandine ser sînorê Sûriyeyê û li ser pirsa rîska pevçûnê bi Tirkiyeyê re Mensûr got: "Bi taybetî ku em bikirin HSDê ji aliyê amûr û çekan ve amadeye, ev yek jî rîska pevçûnekî cidî heye."

Mansûr destnîşan kir ku êrişekî muhtemel li dijî herêmên di bin kontrola HSDê ya Tirkiyeyê bandorekî neyînî li operasyona dijî DAIŞê ya li Reqayê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1549 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x