YPG mukurhatinên 'Metirsîtirîn jina DAIŞê' belav dike

Emilie Konig wek diyartirîn jina biyanî ya DAIŞê tê naskirin û navê wê ji aliyê Netewên Yekgirtî û Amerîka ve ketiye lîsteya reş. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di riya kenala xwe ya ragihandinê re û di girtevîdyoyekê de mikurhatinên “Metirstirîn jina DAIŞê” belav kir.

09.01.2018, Sal - 06:01

YPG mukurhatinên 'Metirsîtirîn jina DAIŞê' belav dike
Nuçe Belav bike

Bav û diya Emilie Konig li navçeya Lorian a rojavayê Fransayê dijîn ji rojnameya “West France” re ragihandin, rola keça wan a sereke hebû di propagandaya ji DAIŞê re û di riya Internetê re çekdarên nû ji wê rêxistinê re radikişandin.

Emilie Konig dibêje, ew di riya Internetê re pêwendî bi çekdarekî DAIŞê re kir, piştre ji firokxaneya Charles de Gaulle re çû Stenbolê, di pişt re çû bajarê Dîlokê û paşê Kilisê û di deriyê Bab El-Selamê re derbasî bajarê Ezazê ya Sûriyê bû.

Li gor rojnameyeke Frenisî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) keça Frensî ya bi navê Emilie Konig ku temenê wê 33 sal in û yek ji keçên DAIŞê yên bi navûdeng e desteser kiriye.

Diya Emily Koenig ji rojnameyeke Frenisî re gotiye, keça wê bi riya telefonê ligel axiviye û jê re gotiye, ew li cem hêzeke Kurdî hatiye girtin. Herwiha diya Emilie daxwaz ji desthilatdarên Frensayê kiriye, keça wê ligel sê zarokên wê yên ku li Sûriyê jidayik bûne vegerîne Frensayê

Emilie Konig roleke wê ya girîng di leşkerkirina keçan de li ser torên civakî yên DAIŞê hebû, ji sala 2012na ve berê xwe dabû Sûriyê û tevlî heman DAIŞê bûbû, û ji sala 2014 ve Netewên Yekgirtî navê wê xistibû lîsta çekderên herî metirsîdar û piştre jî Amerîka ew xiste lîsta reş de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x