YPG red dike Raco ketibe destê hêzên Tirkiyê

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Birûsk Hesekê kontrolkirina navçeya Raco ya Efrînê ji aliyê hêzên Tirkî ve red dike.

03.03.2018, Cts - 15:41

YPG red dike Raco ketibe destê hêzên Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê îro ragihandibû, artêşa wî welatî li gel çekdarên çekdarên opozçsyona Sûryê karîne bajarokê Raco yê ser bi Efrînê ve kontrol bikin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re kontrokirina artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji bajarokê Raco re red kir û got: “Niha şerekî giran di navbera şervanên YPGê û hêzên Tirkiyê de li nava Raco de berdewam e.

Bajarokê Raco li bakurê rojavayê Efrînê dikeve û ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve li Efrînê, artêşa wî welatî çendîn caran xwestiye wî bajarokî dagîr bike, lê ji aliyê şervanên YPGê ve êrîşên artêşê dihatin tekbirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1589 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:00:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x