YPG: Rûsyayê xiyanet li Kurdan kir

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku Rûsya neheqî û xiyanet li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye.

22.01.2018, Pts - 12:23

YPG: Rûsyayê xiyanet li Kurdan kir
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerq el-Ewset re got: “Rûsya neheqî û xiyanet li Kurdên Sûriyê kiriye û rê daye Tirkiyê ku operasyonê bîne ser Efrînê.”

Di hevpeyvîna ligel rojnameya navborî de, Sîpan Hemo dide zanîn ku hikûmeta Sûriyê ji YPGê re ragihandiye ku Rûsya nihiştiye artêşa Sûriyê bersiva êrîşa Tirkiyê bide û herwiha nehiştiye ku hikûmeta Sûriyê alîkariyê jî bide YPGê.

Hemo dibêje ku wî berî 3 rojan seredana Moskowê kiriye û li gel Serokerkanê Rûsya û berpirsên îstixbarata wî welatî civiya ye.

Bi gotina Sîpan Hemo, Serokerkanê Rûsyayê ji wî re gotiye ku mafê Tirkiyê ye berevaniyê li ewlekariya sînorê xwe bike û ew agahdar kirine ku Rûsya serbazên xwe ji Efrînê vedikişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:08:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x