YPG: Serkirdeyên zarokan çekdar dikin wê bên sizadan

Peyvdarê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd ragihand, ku her serkirdeyek zarokan çekdar bike wê bê sizadan.

07.08.2018, Sal - 06:12

YPG: Serkirdeyên zarokan çekdar dikin wê bên sizadan
Nuçe Belav bike

Nûrî Mehmûd bersiva rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan da û ragihand, ku guman di wê raporê de heye û wê rêxistinê ji nêzîk ve rewşa navçeyê ne şopandiye û pişta xwe bi wan kesan ve girê daye, ku li derveyî navçeyê dijîn.

Mehmûd got: Li gorî rênimayên me, nabe zarok bên çekdarkirin û kesên temenê wan di bin 18 salî de be, em wan li malbatên wan vedigerînin.

Navhatî tekez kir, ku ewê wan serkirdeyên YPGê siza bidin ku zarok tevlî rêzên xwe kirine û ew berdewam kar li ser jinavbirina vê diyardeyê dikin.

Berî niha gellek haletên çekdarkirina zarokan ji aliyê YPGê ve hatine tomarkirin, ji wan jî, çekdarkirina xuşka serokê berê yê xwecihiya ENKSê li Amûdê (Merwan Îdê) bû, piştî ku malbata Hemrîn Îdê YPGê tometbar kir, ku keça wan a zarok revandine û birine serbazgehên xwe û li Amûdê xwepêşandan ji bo vegerandina wê derketin, serkirdeyên YPG red kirin ku Hemrîn Îdê li cem wan be, lê piştî encamdana gellek fişaran ji bo vegerandina wê, medya fermî ya YPGê ragihand, ku Hemrîn Îdê bi vêna xwe tevlî wan bûye û vîdyoyek belav kir ku têde Hemrîn Îdê biçek û cilên serbazî diyar dibû û heya niha jî Hemrîn Îdê li malbata wê nehatiye vegerandin û ew kesên ew çekdar kirin nehatine sizadan û çarenivîsa Hermîn jî nediyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:54:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x