YPGê daxwaza artêşa Sûriyeyê red kir

Hat diyarkirin ku Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê biparêze, ji YPGê xwestiye ku çeken xwe radestî wan bike lê YPGê ev mercê artêşa Sûriyeyê red kiriye.

16.02.2018, Cum - 08:54

YPGê daxwaza artêşa Sûriyeyê red kir
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Russia Today (RT) çavkaniyekî leşkerî diyar kiriye ku artêşa Sûriyeyê ji bo parastina Efrînê ji YPGê xwestiye ku çekên xwe radest bike û gotiğe, eger YPG çekên xwe radest bike artêş amade ye Efrînê biparêze. Artêşa Sûriyeyê gotiye divê çek di destê dewletê bin û YPG jî çekên xwe radets bikin.

Wî çavkanî derbirî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev daxwaza artêşa Sûriyeyê red kiriye û herdu alî negihîştine lihevkirinê.

Televîzyona El Meyadînê ya Lubnanê îdia kiribû ku YPGê û Şamê li hev kiriye ku artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê.

Li gel vê yekê çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku haya wan ji vê yekê tune ye û herwisa Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon jî ji bo Sputnikê got, wezareta parastinê li Efrînê nayê temsîlkirin û ger peymaneke wisa hebe, ew karê wezareta derve ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x