YPGê êrîşî ASAyê kir

Şervanên YPGê li navçeya Ezazê ya li bakurê Helebê êrîşî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kirin.

24.06.2019, Pts - 16:04

YPGê êrîşî ASAyê kir
Nuçe Belav bike

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê, îro Duşemî 24ê Hezîranê şervanên yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Tel Malid a li başûrê Marihê ku girêdayî Ezazê ye, êrîşî çekdarên ser bi opozisyona Sûriyê ve yên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad kirine.

Li gor heman nûçeyê, piştî ku şervanên YPGê êrîş kirin, çekdarên opozisyonê jî bersiv dan û bo demeke kurt di navbera herdu aliyan de şer berdewam bû.

Anadoluyê ragihandiye, di encama şer de çekdarekî opozisyona Sûriyê hatoye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, çekdarên opozisyonê piştî vê êrîşê, ketine tevgerê û tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêdetr kirine.

YPGê têkildarî vê êrîşê hêj ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, tekane cihê ku hêj YPG li vê derê maye, herêma Şehbayê û 12 gundên bajarokê Şêrawa ya Efrînê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:30:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x