YPGê yekîneyên xwe veguhestin Efrînê

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Matis di axaftina xwe ya ji bo operasyona Efrînê de ragihand ku YPGê yekîneyên xwe veguhestin Efrînê.

12.02.2018, Pts - 07:51

YPGê yekîneyên xwe veguhestin Efrînê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Matis di axaftina xwe de got: "Metirsiya ewlehî ya Tirkiyeyê ji sînorê Sûriyeyê heye û em vê red nakin. Wekî din niha li Efrînê rewşeke ku balê belav dike heye. Ev rewş bala nêzîkî ji sedî 50yê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav dike. Dibînin ku hevalên wan ên kurd dibin êrişê de ne û ev jî bala wan belav dike. Hinek yekineyên HSDê çûne Efrînê."

Jim Matis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em endîşeyên ewlêhî yên meşrû yen dewletên wek Îsraîl, Libnan, Urdin û Tirkiyeyê fêhm dikin."

Pentagonê berê jî gotibû HSDê hinek hêzên xwe veguhestine Efrînê, lê ev cara yekemîn e bi şêweyekî fermî tê gotin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1565 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x