YPJ: Çekên Amerîkî li dijî Tirkiyê bikar nayînin

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) radigihîne, çekên ku ji aliyê Amerîka ve bigihin destên wan, ew li dijî Tirkiyê bikar nayînin.

11.05.2017, Per - 09:19

YPJ: Çekên Amerîkî li dijî Tirkiyê bikar nayînin
Nuçe Belav bike

ermandara Giştî ya Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) Nisrîn Ebdulah ji K24ê re ragihand, biryara Amerîka ya dayîna çekên giran bo YPGê tevî ku gaveke dereng mabû, lê ev yek tê wateya ku YPGê hêza herî bi bandor e li ser erdê ye li dijî DAIŞê.

Nisrîn Ebdulah da zanîn jî, tevî ku biryara Amerîka ya dayîna çekan li ser navê YPGê ye, lê YPGê û YPJê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye û bi hev re şerê terorê dikin,

Fermandar YPJê amaje bi wê kir, Tirkiyê ji 6 salan li dijî wan şer dike, lê ti niyaz wan tune ye ku van çekan li dijî Tirkiyê bikar bînin, ji ber ku ew rêza cîrantiyê diparêzin û herwiah sînor jî diparêzin.

Derbarê kontrolkirina bajarokê Tebqayê de Nisrîn Ebdulah got: “Em rizgarkirina bajarokê Tebqayê û Bendava Ferêt li gelê xwe pîroz dikin. Rizgarkirina Tebqa û bendavê beşek in ji operasyona rizgarkirina Reqayê ye.”

Herwiha Fermandar YPJê amaje bi wê kir, karînên wan hene ku bilez operasyona Reqayê birêve bibin, lê ji ber ku DAIŞ sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne, ew bi aramî operasyonan birêve dibin, da ku sivîl nebin qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1808 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x