Parlamenter İyi Partîyê ya Edenê Ayyuce Turkes di15 sibatê 2025 ê de, di axaftina xwe ya li ser navê partiya xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de ji bo zimanê kurdî, bi tirkî weha got.
‘‘Cumhuriyet devrinden sonra memleketimizin yöneticileri kültürümüzü millileştirmek için, yabancı tesirlerden arıtmak için birçok tedbire başvurmuşlardır. ‘Osmanlıca’ dediğimiz dil, bahsettiğim gibi, Farsça, Arapça ve Türkçe kelimelerden oluşmuştu. Bugün yurdumuzun doğu ve güneydoğu kesimlerinde ‘Kürt’ dediğimiz insanlarımızın, kardeşlerimizin bizden ayrı konuştukları dil bilim adamlarının yaptıkları araştırmalara göre bu 3 dilin kelimelerinden oluşmuş, 8 bin 200 kelime olarak tespit edilmiş bir diyalekttir"
Bi kurdîya zaravayê kurmancî:
Piştî serdema Komarê, rêvebirên welatê me pir hewl dane ji bo ku çanda me bikin, çanda neteweyekî û ji bandorên biyaniyan paqij bikin. Zimanê ku em jê re dibêjin ‘osmanî’, wek min behs kir, ji farisî, erebî û tirkî pêk dihat. Li gorî lêkolînên zimanzanan, kesên ku em li rojhilat û başûrê rojhilatê welatê xwe jê re dibêjin ‘Kurd’, birayên me, bi zimanekî ji me cuda diaxivin û ew zaravayek ji peyvên van her sê zimanan pêk tê û hatiye diyarkirin ku 8 hezar û 200 peyvên wî zimanî hene..
Ez nizanim Ayyuce xanimê ev agahiyên xwe yên li ser zimanê kurdî ji ku anîne. Dibe ku ew jî wek gelek siyasetmedarên Tirkiyê, bi qestî tenê ji bo biçûkxistin û şermezarkirina zimanê kurdî ev axavtina nezanistî kirîye. Yan jî bi rastî ji ew di derheqê zimanê kurdên birayên xwe, gelek nezan e.
Ez wê wek kesek ji aliyê zimanê kurdî de nezan dihesibînim û dixwazim bi vê nivîsa kurt ya li ser zimanê kurdî û bi giştî li ser zanistîya ziman hin agahdarîyan bidim Ayyuce Hanimê. Zimanê kurdî wekî Ayyuce xanim îdîa dike ne diyalekteka ku ji sê zimanan (Farisî, erebî, tirkî.) pêk hatîye . Wilo dixuyê ku xanima me nizane diyalekt, zarava jî çi ye .
Dîyalekt/Zarava: Peyveke yunanî ya kevin e û wateyê wê jî bi hev re axavtin e. Tirk peyva erebî ya lehçe jî, ji bo zaravayê bi kar tînin. Bi kurtî zarava, lehçe yan dîyalekt ew rewş e ku komên, kesên ku bi zimanekî diaxivin; li herêmên cuda, bi awayên cuda hin peyvên wî zimanî bidertînin, telafuz dikin. Yanê dîyalektek nikare ji sê zimanan pêk were, berevajîya vê zimanek dikare ji gelek diyalektên cuda pêk were. Ez bawer dikim xanima me ferqa di navbera farisî, tirkî û erebî jî ewqas nizane. Ji ber ku her yek ji van sê zimanan girêdayîya malbetên zimanî yên cuda ne:
1: Tirkî girêdayî malbata Ural-Altayê ye. Tirkî wekî mogolî, mancucî di şaxa Altayê de ye
2: Erebî girêdayî malabata Hamî - Samîye wekî îbranî. 3: Farisî girêdayî malbata Hînd-Ewropayê ye. Farisî wekî kurdî, belucî hîndî di nav şaxa Asyayê de ye.
Wekî li jor xuya dike zimanê kurdî nikare bibe dîyalektekî sê zimanan ku ew girêdayîyên sê malbatên ewqas ji hev dûr in.
Zimanê kurdî di nav zimanên dinyayê de , bi dengsazî, peyvsazî, hevoksazî û rêzimanê xwe yê taybetî zimanekî serbixwe ye û girêdayî malbata Hînt-Ewropayê ye. Û ew li dinyayê ji alîyê dora 60- 70 miljon kurdan ve tê axavtin. Herweha kurmancî, zazakî, soranî û goranî jî 4 zaravayên zimanê kurdî yên sereke ne. Ji bilî van çar zaravan li hin herêman hin zarava û hin devokên din yên zimanê kurdî jî hene.
Îdîayeka Ayyuce xanimê ya din jî heye ku ew dibêje: Zimanê kurdî ji 8200 peyvên ku ji farisî, tirkî û erebî pêk hatiye. Ev îdîayeka gelek cahîlane ye. Ez şaş dimînim keseka unîversîte qedandibe û parlementerê miletekî be, berpirsyara civatekê be, bêyî ku lêkolînê bike, ji bo zimanê miletekî ji ba xwe, bêyî delîl bikaribe van tiştên nezanist bibêje.
Ku Ayyuce xanimê li ser internetê li Googelê li ser zimanê kurdî û peyvên kurdî li agahdarîyan bigerîya, ez bawer dikim wê dê îdîa nekira ku zimanê kurdî ji 8200 peyvên farisî, erebî û tirkî pêk tê. Ji ber ku dema tu li ser internetê li ferhenga Wikipedîa ya Wîkîferheng ya kurdî ya dîgital dinêrê zimanê kurdî bi 1.004. 718 peyvan ve di nav zimanên dinyayê de di rêza heftan de ye.
Belê Ayyuce xanim tam 1.004.718 peyv ne 8200 peyvên erebî, tirkî û farisî. Hêvî dikim tu dê rojekê meraq bikî û li ser Googelê li dewlemendîya peyvên kurdî bigerî.
Ji ber ku ez ew îdîayên tê yên nerast nîşanî te bidim, dixwazim nivîsa axavtina te analîz bikim û wê bidim ber wergera wê ya kurdî:
‘‘Cumhuriyet devrinden sonra memleketimizin yöneticileri kültürümüzü millileştirmek için, yabancı tesirlerden arıtmak için birçok tedbire başvurmuşlardır. ‘Osmanlıca’ dediğimiz dil, bahsettiğim gibi, Farsça, Arapça ve Türkçe kelimelerden oluşmuştu. Bugün yurdumuzun doğu ve güneydoğu kesimlerinde ‘Kürt’ dediğimiz insanlarımızın, kardeşlerimizin bizden ayrı konuştukları dil bilim adamlarının yaptıkları araştırmalara göre bu 3 dilin kelimelerinden oluşmuş, 8 bin 200 kelime olarak tespit edilmiş bir diyalekttir"
Dema em li nivîsa axaftina Ayyuce Turkes xanimê ya bi tirkî ya li jor dinêrin , axaftin ji 57 peyvan pêk hatiye û di nav axavtinê de 3 caran peyva kelîme, 3 caran peyva gore, 2 caran peyva icin, 2 caran peyva ve û 3 caran peyva dil hatiye bi kar anîn. Ku em van peyvan wekî yek peyv bihêjmêrin. Û em Farsca, arapca û osmanlica jî ji axaftinê derbixin. Hemû axaftin ji 45 peyvan pêk tê.
Min li ser Googilê li etimolîya peyvên axaftina Ayyuce xanimê bi tirkî bi lez nihêrî, di vê encama lêgerîna min de, min 16 peyvên axaftina Ayyuce xanimê ya bi tirkîde biyanî tespît kirin. Bi kurtî ji tenê sisiyan duduyên axavtina wê bi peyvên tirkî ne.
Ez bawer dikim ku etîmologek vê axavtina kurt analîz bike dibe ku hin peyvê ne tirkî yên din jî bibîne.
Di axaftina Ayyuce Turkeş hanimê de peyvên ne tirkî :
Peyvên biyanî.
1. Cumhurîyet. Erebî
2. Devîr : Erebî
3. Memleket : Erebî
4. kultur : Fransizî
5. milli : Erebî
6. yabanci : Farsca
7. Tesir : Erebeî
8. Tedbir : Erebî
9. Bahs - Bahis : Erebî
10. Kelime : Erebî
11. Insan : Erebî
12. Adam : Erebî, îbranî
13. Tespit : Erebî
14. Diyalekt : Yewnanî
15. Araştirma :Erebî, aramî, îbranî
16. Bilim, ilim : Erebî.
Wekî li jorê min bi nimûne nîşan dane ji sisiyan dudu yên peyvên axaftina Ayyuce xanimê bi peyvên ne tirkî ne yanê bi peyvên zimanê biyanî ne.
Piştî serdema Komarê, rêvebirên welatê me ji bo ku çanda me bikin, çanda neteweyekî û ji bandorên biyaniyan paqij bikin, serî li gelek tedbîran dane. Zimanê ku em jê re dibêjin ‘osmanî’, wek min behs kir, ji farisî, erebî û tirkî pêk dihat. Li gorî lêkolînên zimanzanan, kesên ku em li rojhilat û başûrê rojhilatê welatê xwe jê re dibêjin ‘Kurd’, birayên me, bi zimanekî ji me cuda diaxivin û ew zaravayek ji peyvên van her sê zimanan pêk tê û hatiye diyarkirin ku 8 hezar û 200 peyvên wê hene..
Wekî hûn di nivîsa de dibînin ji bilî du peyvên reşkirî hemû peyvên axavtinê xwerû bi kurdî ne. Min nexwest berdêla kurdî ya wan du peyvên reşkirî yên ku bi erebî ne û Googel Translatê bi kar anîye biguherînim.
Kurdîya peyva Behs: Qal, gotin, vegotin,salox.
Kurdîya peyva Tedbîr : Bergirî, amedekarî.
Belê Ayyuce xanim pêşgotineka tirkî heye :
‘’ Igneyî kendine çuvaldızı başkasına batır.’’ Kurdîya wê Derzîyê li xwe şûjina li kesekî din bide. Ku we di vê axavtina xwe de wan 16
peyvên biyanî bi kar neanîba we dê nikariba wê axavtina nezanist bikirana.
Berî ku tu zimanê kurdên ´birakên xwe´ biçûk bixînî, vegere li zimanê xwe yê zikmakî binêre ka çend peyvên te yên xwerû bi tirkî hene.