Yaşar Karadoğan: Pėvajo!

Li holé çareserkirina pirsa Kurd û Kurdîstan tûneye, lé péşî girtina mafén Kurd heye.
Wek té zanîn di 1’e Cotmeha 2024 an de seroké partîya nîjadperest MHP, Devlet Bahçeli got ‘bila Evdillah Öcalan bé li meclîsa Tirk bi partîya DEM axaftinek bike ǔ bang li PKKé bike ǔ bila PKK çekén xwe teslîm bike.
Piştî vé yeké Sirri Sureyya Onder, Ahmet Turk û Pervîn Buldan çûn girava Imralî ǔ li gel Ocalanî hevdîtînan çé kirin.
Ji destpéké de qenaata min ev bû kû helwesta Bahçeli girédayî bûyerén Sûrîye bû. Tirkîye dizanîbû kû li Surîyé çi biqewime û tirs ev bû kû di encamé de Rojavaya Kurdistan bigihe statuyek. Bo kû şanden Ewropî û Amerîka hewl didan kû ENKS û PYD lihev bikin.
Dixûya kû wé Trump li Amerîkayé carekî din bibe déserok.
Bi érişén Israilé rejîma BAAS ték çû. Hézén Cîhadîst kû ki Idlîbé bi arîkarî û révebirîya Tirkîyé bi cîh bibû nav çend rojan da gîhîştin Demeşq û desthilatdarîya xwe bi awayekî dan pejirandin.
Aniha Surîye wek wilayetekî Tırkîye ye. Beş Tirkîye û İsrail aniha bûn dû cîranén defacto û ev yeka jî ji no Tirkîyé astengekî girînge.
Her çewqas ji serî de armanca Bahçeli û Serokkomaré Tirk eşkere bû dixwastin kû bi wasita Öcalan, PKK û PYD ré li ber statûyekî bo Kurda bigre.
Bi gotinén Bahçeli di nav refén PKK de hévîyén bé bingeh rû da. Miktarın ev helwesta Tirkîyé binav bikin û dibéjin ‘ gelin em ev pevajoya bi Çin rengî bi nav bikin?’
Helwesta kû bo dijminatîya Kurd li her beşén Kurdîstané berbiçave. Lé ev yeka naye qebûl kirin.
Birazîyé Ocalan, mebùsé DEM ji Rûdawé re vekirî got kû Ocalan dewletekî Kurd an federalî xeter dibîne. Ji bilî wé Sirri Surrey’s ù Ahmed Turk jî bi awayekî vekirî gotin kû çuyîn û hatina wan de tû mafén Kurd û daxwazén Kurd nehatiye rojevé.
Tirk naxwaze kû di navbeyna Kurd û Israîlé de danûstandinek hebe. Nabe kû Kurd doza federalî bikin û otorîteya Cihadîstan qebul bikin.
Di medyaya Tirkî de ev yeka her roj té dûbare kirin.
Ji nivîse Ertugrul Özkök dîyare kû wé bi banga Ocalan PYD amade ye kû bikeve bin xizmeta Colanî û partîya DEM jî ji do ve amadeyé ev helwesta Tirkîye ye. Bes ENKS jî wer dixûye kû di govenda Tirk û Ereban de cîh bigre.
Bes hézén PKK Li Başûra Kurdîstané wé bimîne da kû Tirkîye, İran, Beğda bi hinceta PKK sîyasetén xwe li dijî hikumeta heremî bidomînîn.
Bo kû hek PKK nebe bingeha hebûna Tirkîyé li Başûra Kurdîstan namîne.
We go ‘pevajo’?