Civîna Barzanî û Joe Biden bi dawî bû

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden li Korbenda Davosê civiyan.

17.01.2017, Sal - 15:18

Civîna Barzanî û Joe Biden bi dawî bû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden li Korbenda Davosê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kevana Korbenda Davosê de bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.

Civîna Barzanî û Biden saet 16:00 li gorî dema Hewlêrê dest pê kiriye.

civîna navbera Barzanî û Biden saetekê dom kir û saet 17:00 li gorî dema Hewlêrê dawî bi civîna navbera her du serkirdeyan hat.Li gorî zanyariyên peyamnêra me, Barzanî û Biden di vê hevdîtinê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêşhat û rewşa herêmê û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de gotûbêj kirine.Peyamnêra me got, biryar e Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê naveroka civînê ji medyayan re aşkere bike.Biryare îro Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende jî hevdîtinekê pêk bîne.Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte û çend berpirsên din ên welatên cîhanê bicive, lê belê hêj dema hevdîtinan nehatiye aşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x