Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê 7 kesên ku di pêşbirka Amedspor-Bursasporê de Alaya Kurdistanê bilind kiribû û dirûşma “Bijî Kurdistan”ê bilind kiribû de biryara xwe da.
Dozgeriyê got ev ne sûc e û ev dosye betal kir.
25ê Îlona 2022yan de li Stadyûma Amedê, di pêşbirka Amedspor-Bursasporê de alayên Kurdistanê hatibûn bilindkirin û dirûşma “Bijî Kurdistan”ê hatibû bilindkirin.
Piştî ku ew dîmen di medyayê de belav bûn derbarê 7 kesan de lêpirsîn hat vekirin û 5 ji wan hatin desteserkirin.
Paşê ev kes jî bi mercê kontrola dadî serbest hatin berdan.
Lêpirsîna derbarê van 7 kesan de bi dawî bû.
Biryara alayê
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û ev dosye betal kir.
Dozgeriyê di biryara xwe de bi bîr xist ku ev ala ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û ti bingeheke qanûnî ya tawanê tune.
"Tundî û zordarî nîne"
Di biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dozgerî bal dikişîne ser xala 3713yan a sûcê propagandayê û dibêje ji bo cezakirinê, pêwist e li ser navê rêxistinekê tundî, zordarî û handana tundiyê hebe û wiha gotiye:
“Lê di vê bûyera berbiçav de tu hêmaneke sûc nehatiye tespîtkirin û bingeheke qanûnî ya sûc pêk nehatiye.
Ji ber vê yekê biryar e ku ev dosye neyê şopandin.”
"Nebûna dewleta Kurdistanê nayê wateya nebûna welatê Kurdistanê"
Parêzer Hişyar Ozalp biryara serdozgeriyê ji Rûdawê re nirxand.
Ozalp, diyar kir ku Almanya çawa welatek be Kurdistan jî welatek e û nabe pesindayîna vî welatî bibe propaganda.
Ozalp, wiha got, “Kesekî dema Alaya Kurdistanê bilind kir û dirûşma Bijî Kurdistan berz kir, ev nabe propagandaya rêxistinekê.
Jixwe di vir de ti teşwîqkirina tundiyê an jî rêxistineke derqanûnî tune. Li vir ti rêxistin jî nehatine rewakirin.
Nebûna dewleta Kurdistanê nayê wateya nebûna welatê Kurdistanê. Dewlet û welat du têgehên ji hev cuda ne.
Her mirovek dikare ji welatê xwe hez bike û pê serbilind be.”
"Bi propagandaya PKKyê hatin sûcdarkirin"
Parêzer Hişyar Ozalp da zanîn ku muwekîlên wî bi propagandaya PKKyê hatine sûcdarkirin û wiha berdewam kir:
“Muwekîlên min li pêşberî dadger jî xwedî li kiryarên xwe derketin.
Hinekan ji wan got ew ne PKKyî ne û ew vê sûcdariyê wekî heqaretê dibînin.
Ger hûn me bigrin jî me ji parastina Kurdistanê bigirin. Dadger bi şertê kontrola edlî ew serbest berdan.
Paşê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê vê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û ev dosye betal kir.”