Erdhejekê bi hêza 4.4 pileyê rîxter îro parêzgeha Çewlîg a Bakurê Kurdistanê hejand.
Li gor zanyariyan, navenda erdhejê navçeya Dara Hênê ya ser bi Çewlîgê ve ye.
AFADê ragihandiye, erdhej di saet 10:09 îro Çarşemê de çêbûye.
Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 9.8 km û navenda erdhejê navçeya Dara Hênê (Genç) a Çewlîgê ye.